
Dêpûtatê þêwirxana Avropî Strasbûrgêda wexta r’asthatina t’ev dêpûtatê Civata Ermenîstanêye miletîyê bêþik e’lamkirine, wekî Adrbêcan alîyê agrêsore û gere e’skerê xwe ij t’opraxa Ermenîstanêye serbest derxe.
Nav qisa t’ev “Armênprês”-ê hûrgilîyê r’asthatinê Strasbûrgêda bûyî Hayk Koncoryanê dêpûtatê qelfa C CE M-ye “Þertne’ma bajar’vanîyê” hûrgilî t’emsîlkirine.
Van r’oja Strasbûrgêda Hayk Koncoryanê serk’arê qelfa “Þertne’ma bajar’vanîyê”, Arman Êg’oyan û Arûsyak Cûlhakyanê dêpûtat weke bîst r’asthatin derbazkirine. Wana h’alê dora Ermenîstanê e’firî t’emsîlî dêpûtatê þêwirxana avropî kirîye, ew, wekî Adrbêcanê bi delîlî h’icûmî ser t’opraxa Ermenîstanêye serbest kirîye, hine t’oprax okûpasîakirine, û, bi e’sasî bi t’er’ibandinê heqê ort’emiletîyêye bêqirar dicêr’bîne sîasîya agrêsîve nisbetî Ermenîstanê mîaserke.