All NewsTop

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Bakûyê mecbûr dike ku hemû Ermeniyên dîl biparêze

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ferman da Azerbaycanê ku hemû Ermeniyên ku piştî aloziya Îlonê hatine girtin biparêze. Ev yek ji aliyê ofîsa nûnerê Ermenistanê di pêkhateyên hiqûqî yên navneteweyî de hat ragihandin.

Hate diyarkirin ku Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî di 12’ê çirîa pêşin 2022’an de li ser giliyên ku ji Ermenîstanê hatine wergirtin biryarek daye. Bi taybetî di biryarnameya 7’ê Kanûna pêşin  de di doza sepandina Peymana Navnetewî li ser Rakirina Hemî Formên Cûdahiya Nijadî (Ermenistan li dijî Azerbeycanê) de guhertin hatin kirinê.

Dadgehê bi taybetî bi biryareke nû piştrast kir ku “rewşa ku piştî 7ê Kanûna pêşin 2021ê derketiye berdewam dike” û ermeniyên etnîkî yên di esareta Azerbeycanê de berdewam in bi xetereyeke cidî ya encamên ku nayê vegerandin. Dadgehê dupat kir ku Azerbaycan bi biryara xwe ya 7ê Kanûna Pêşîn a 2021ê, mecbûr e ku her kesê ku hatiye girtin an jî dibe ku were girtin di dema şerên nû de biparêze.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button