
H’etanî wezîrê YA-ye K’D mandata hatina cîwarkirina nihêr’vanê r’esûltîyêye Ermenîstanêda erêkirin, û idî 40 kes idî hatine- ser sînorê ermenî-adrbêcanî bêne cîwarkirinê, Adrbêcan diçe tûjkirinê e’skerîyê. Dora t’êmayê Faktor TV-ê t’ev R’obêrt G’êvondyanê pisporê merk’eza sîasîya bêqezîabûnêye lêk’olînkirinê, sîasînas qisekirîye.
Angorî G’êvondyan- fesadî wê bidûmin, û ew sîasîya Bek’ûyêye. Cîwarbûna nihêr’vna ser sînor t’ö cûr’eyî wê neke ser fesadîyê Bek’ûyê. Ewî daye k’ivþê, wekî alîyê ermenî gere wan fesadîyar’a hazirve hazirve derk’eve miqabilî wan.
“Nihêr’vanê goveka erk’ê berbiç’e’vda bixevtin û salixdayînê wê bidine avropayê, WAY, hilbet, sirîya pêþin- YA, çimkî bi wê mandatê tên, û me göman heye, wekî ew salixdayînê saya xevata Ermenîstanêye milahîm mecalê bide fiþarê ser Bek’ûyê mezinkin”,- ê sîasînas gotîye.