TopWorld

Parlamenterê Êzidî Nayif xwest di hikûmeta nû de wezaretekê bidin Êzidiyan

Parlamenterê Êzidî yê li Parlamenta Iraqê Nayif Xelef Sîdo ji Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatî erdkar kirin xwest ku wezaretekê bide Êzidiyan.

Parlamenterê Êzidî yê li Parlamenta Iraqê Nayif Xelef Sîdo got: “Pêkhateya Êzidiyan di hikûmetên li pey hev ên Iraqê de bêpar hatiye hiştin. Vê jî bandoriya xerab li ser derûniya pêkhateya Êzidiyan çêkiriye ku ev pêkhate berê rûbirûyî koçberi, kuştin û komkujî bûye.

Hêvîdarim di hikûmeta bê de, Wezareta Koç û Koçberan bidin pêkhateya Êzidiyan. Rêz li pêkhateyan bigirin û li navendên biryardayînê de cih bigirin. Ji ber ku di kabîneyên berê de, ti girîngî nedane pêkhateya Êzidî û pêkhateyên din. Hîn hêviyek ji bo Mihemed Şiya Sûdanî ê ji bo avakirina hikûmetê hatî erdkarin heye, ji bo guftûgoyê li gel nûnerên Êzidiyan rûne.”

rojnews dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button