PoliticsTop

Norwêc amade ye ku piştgiriya parastina yekparçeyiya axa Ermenistanê bike: Wezîra Derve yê Norwêcê

Wezîra Derve ya Norwêcê Annîken Hyutfîldt di hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan de amadebûna Norwêcê ji bo piştgirîkirina serwerî û yekparçeyiya axa Ermenîstanê dupat kir. Hyutfîldt ev yek di brîfînga hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenîstanê re li Êrîvanê ragihand.

“Ez dizanim ku serdana min a Ermenîstanê ji bo Başûrê Kafkasya û welatê we di serdemeke pir tengav de pêk tê. Armanca seredana min berî her tiştî ew e ku ez amadebûna Norwêcê ji bo piştgiriya gelê Ermenî ragihînim. Ez ê kêfxweş bibim ku di van demên dijwar de rewşa welat û herêmê baştir fam bikim û têkiliyên dualî yên xweş û dostane yên di navbera her du welatên me de bihêztir bikim:” Wezîra Derve yê Norwêcê got.

Îsal 30 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatan de derbas dibe. “Lêbelê, têkiliyên me ji vê zêdetir in û li ser bingehek mirovî û dostane di navbera gelan de ne. Ji bo min rumetek mezin e, ku ez dizanim Frîtyof Nansen bi xebatên xwe yên 100 sal berê li Ermenîstanê tê naskirin û hîn jî tê bibîranîn:” got Annîken Hyutfîldt.

Wê got ku serdana xwe ya Êrîvanê de ewê bi serokwezîrê Komara Ermenîstanê, serokê Meclîsa Neteweyî û nûnerên civaka sivîl re jî wê bicive.

Wezîra Derve yê Norwêcê got: “Me gotûbêjên berfireh kir û min amadebûna Norwêjê ji bo piştgirîkirina serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê di nav sînorên naskirî yên navneteweyî de û herwiha di warê siyaseta derve de dupat kir.”

Li gor gotina wê, di hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Ermenistanê de, wan çend mijar gotûbêj kirine, ji wan jî di çarçeweya rewşa navçeyî, ewlekariya jeopolîtîk, amadekariyên rêkeftina aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, asayîkirina peywendiyên Ermenîstan û Tirkiyê. Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Norwêcê li ser perspektîfên xurtkirina têkiliyên dualî, tûrîzm û bazirganiyê jî axivîn.

“Em ê bifikirin, ka Norwêc çawa dikare piştgirî bide pêvajoyên reformên demokratîk, ji bilî fînansekirina plana çalakiyê ya CE-Ermenîstanê. Nirxên me yên hevpar, baweriya ku divê civakên me li ser demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê bên avakirin, ji bo pêşxistina têkiliyên me yên dualî bingeheke xurt e:” wê got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button