PoliticsTop

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Ermenîstanê di mijarên ewlehiyê de aktîf nebû, lê niha rewş diguhere: Frank Palon

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Ermenîstanê di mijarên ewlehiyê de aktîf nebû, lê niha rewş diguhere. Endamê Kongresê yê Amerîkî Frank Fallon duh di hevpeyvîneke ligel Televîzyona Giştî ya Amerîka de ev tişt got, radîo “Liberty” dinvîse.

“Yek ji armancên min ew e ku em ne tenê di warê ewlekariya Ermenîstanê de, lê di heman demê de ye Artsaxê jî hinek zêdetir rolek bilîzin, û ez difikirim ku ev xemgîn e ku aştîparêzên rûsî yên li Artsaxê jî di bin xeterê de ne, ji ber ku dibe ku Rûsya biryar bide ku êdî naxwaze hêzek aştîparêz li wir hebe:” got Palon.

Wî her wiha alîkariya Amerîkayê di warê ewlehiyê de jî ji holê ranekir. “Ez vê yekê red nakim. Bi dîtina min pir girîng e ku em di vê gavê de dest bi lîstina rola xwe bikin û min her gav bawer kirye, ku ji bo Ermenîstanê wê pir baş be, ku Ermenîstan bibe beşek ji Yekîtiya Ewropî û têkiliyên wî yen nêzîk bi NATO re hebe. Ez wisa difikirim ku niha firsendeke gelek baş e, belkî pêwîst be ku Ermenîstan vê gavê li wî alî binêre, ji ber ku peymana ewlekarî ya Rûsyayê xuya nake ku Ermenîstanê di nav xwe de bigire.”

Palon destnîşan kir ku ew li Ermenîstanê di warê ewlehiyê de aktîf nînin, ji ber ku li Ermenîstanê baregeheke leşkerî ya Rûsyayê heye û Ermenîstan endamê RPEK e, ku Rûsya jî endamê wê ye.

Bi rastî îro jî ev rewş neguheriye. Lê belê ev yek wê çiqasî rê li ber hevkariya leşkerî ya Ermenîstan-Amerîkayê bigire, kongrêsman eşkere nake.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button