PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan bertek nîşanî daxuyaniya Çavuşoglu ya der barê “Korîdora Zengezûrê” da

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan amaje bi daxuyaniya hevtayê xwe yê Tirkiyeyê ya der barê “Korîdora Zengezûrê” kir.

Li gorî Mîrzoyan, Azerbaycan an jî nûnerên Azerbaycanê pêşniyar nakin, ku rêyek hebe ku rêgezên wê wek Korîdora Laçînê hebe. “Eger birêz Çavuşoglu di muzakereyan de vê pêkhateyê bide nasîn, li ser navê xwe jî biaxive , wê baş be. Ez dubare dikim, Azerbaycan tiştekî wiha nabêje û tu alî nikare bi heqî îdiaya tiştekî wiha bike.”

Li gorî wî, “Me helwesta xwe derbarê rêyên nû ya di navbera Azerbaycan û Naxîcanê de eşkere kir, ew nehatiye guhertin, divê hemû rê bên xebitandin, rêyên heyî û yên ku divê bên çêkirin jî di nav de. Ew ê di bin serwerî û qanûnên wan welatên bixevitin, di nav axa qîjan de derbas dibin.

Ji bo bibîrxistinê, Çavuşoglu destnîşan kiribu, ku divê statuya Korîdora Zangezûrê bibe wekhev tewî statuya Korîdora Lacinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button