
Li Ermenîstanê di navbera 13-23’ê Çiriya Peşînê de serjimarî tê kirin. Ev serjimara sêyemîn e ku li Ermenîstana serbixwe de tê kirin.
Em bînin bîra xwe: piştî serxwebûnê, serjimara pêşê di sala 2001 de hate kirin. Di 10-19ê Çiriya Peşînê de, ku li Ermenîstanê nifûsa daîmî bû 3 213 011 kes, hêjmara indexa nifûsa heyî 3 200 594 kes bu.
Beriya wê, hikûmetê di salên 1997 û 2000 de 2 serjimêriya pilot pêk anîbû.
Piştî 10 salan, di sala 2011an de li Ermenîstanê serjimara duda hate kirin û li gorî encamên wê serjimara daîmî ya komarê 3 018 854 kes bu, hejmara nifûsa heyî jî 2 871 771 kes bû.