PoliticsTop

Hebûna topan li ser rêya Vardenîsê bi tevgera hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve girêdayî ye: Wezareta Parastinê

Hebûna topan li ser rêya Vardenîsê rasterast bi liv û tevgera hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve girêdayî ye.

Ev yek ji hêla Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê ve hat ragihandin, li ser daxuyaniya ku ji hêla Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ve hate dayîn, ku di nîvê duda ya roja 16ê Çiriya Peşînê de, 4 yekîneyên topxaneyên ku li dijî yekîneyên artêşa Azerbaycanê bicih bûne, hatine dîtin.

“Pêngavên aliyê ermenî yên ku piştî bicihkirina top û çekên zêde yên Azerbaycanê li herêmê hatin kirin, tenê xwezaya parastinê ne.

Kiryarên aliyê ermenî mebesta alozkirina rewşê nîne û eger aliyê Azerbaycanê kelûpelên leşkerî yên navborî ji wê rêyê vekişîne, wê aliyê Ermenistanê jî alavên xwe yên leşkerî yên zêde vekişîne. Aliyê ermenî di vê mijarê de ji bo muzakereyê amade ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button