PoliticsTop

Endamên kongreya Amerîkayê wê Nîkol Paşînyan re bicivin

Şanda nûnertiya kongreyên Amerîkayê wê îro bigihêje Ermenîstanê. Berdevkê Serokatiya Meclisa Neteweyî Tsovînar Khaçatryan di axaftina xwe ya li gel Radar Armenia de ev agahî da û got ku ew ê bi Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan û komîteyên daîmî yên Meclîsê re hevdîtinê bikin.

Li gorî Xaçatryan, nûnertiya kongreyê wê bi opozîsyona parlamentê re jî bicivin.

Li gorî nûçeya Radar Armenia nûnertiya kongreya Amerîkayê wê bi Serokwezîrê Komara ErmenÎstanê Nîkol Paşînyan re jî bicivin. Piştî hevdîtinan heyetê re wê civîneke çapemeniyê bê derbaskirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button