PoliticsTop

Azerbaycan ji bo êrîşeke leşkerî ya nû li dijî Ermenîstanê li hincetekê digere: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan diyar kir, ku Azerbaycan bi berdewamî binpêkirinên xwe yên agirbestê bi Ermenîstanê ve girêdide û ev yek jî hinceta êrîşeke leşkerî ya nû li dijî Ermenîstanê çêdike. Serokwezîr li ser rûpela xwe ya Twitter ê nivîsî.

“Azerbaycan bi berdewamî binpêkirinên xwe yên agirbestê bi Ermenîstanê ve girê dide. Eşkere ye ku ev yek hinceta êrîşeke leşkerî ya nû li dijî Ermenîstanê çêdike. Ji bo parastina rejima agirbestê û dabînkirina ewlehiya sînor pêdivî bi mekanîzmayeke navneteweyî ya daîmî heye:” wî nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button