All NewsTop

Serokê Fransa Rûsya bi dijwarkirina nakokiyên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de tawanbar kir

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron Rûsya bi wê yekê tawanbar kir ku bi mebest di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de nakokî çêdike. Li gorî rapora Armenpress`ê, li gorî ajansa Reutersê, Macron tekezî li ser wê yekê kir ku Rûsiya vê yekê di çarçoveya hewlên têkdana aramiyê li herêma Kafkasyayê û derveyî wê dike.

Macron di kanala France 2 TV de diyar kir ku Rûsya di mehên dawî de ji bo Azerbeycanê di navbera aliyan de alozî derdixe.

“Di van du salên dawî de li ser sînor çi diqewime? 5000 leşkerên rûs qaşo ji bo ewlekariya sînor li wir in, lê Rûsan ev pevçûn bi kar anîn, bi beşdariya Tirkiyê lîstika Azerbaycanê lîstin û vegeriyan ku Ermenistana ku berê cîranê wan bû lawaz bikin. Ma hûn dibînin ku çi diqewime? Rûsya hewl dide rewşê bêîstiqrar bike. Ew dixwaze li Kafkasyayê kaosê çêbike da ku me hemûyan bêîstiqrar bike,” Macron gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button