All NewsTop

Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Murad rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Çalakvana Êzidî û Balyoza Niyetpakî ya li Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad li ser rewşa Şingal û Êzidiyên winda, gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wêneya xwe li gel keça Êzidî Nadia Murad li ser hesabê xwe ya Twitterê belavkir  û nivesandibû: “Ez îro bi Çalakvana Êzidî Nadiya Murad re civiyam û me behsa bi hezaran Êzidiyên winda kir.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Me hevahengiya ji bo rizgarkirina Êzidiyên winda gotûbêj kir, herwiha me behsa rewşa Şingalê û hewlên ji bo alîkariya rizgarbûyên komkujiyê kir.”

Nadiya Murad rizgarbûya ji destê DAIŞê ye û weke Balyoza Niyetpakî li Neteweyên Yekbûyî kar dike, herwiha Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button