All NewsTop

Jin jî dikarin beşdarî perwerdeyên leşkerî bibin: Wezareta Parastinê bername amade dike

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan di civîna 13 çirîa paşin ya hikûmetê da da zanîne ku hemwelatiyên jin ên li Ermenîstanê jî dikarin qeyda xwe bikin û li qadên gulebaranê perwerdehiya çeka şer bibînin.

Wezîr da zanîn ku ji jinên ku dixwazin tevlî perwerdeya leşkerî bibin gelek serlêdan tên.

“Me berê bernameyek amade kiribû, Wezareta Parastinê dê elemetekî bide ku nûnerên jin ên Komara Ermenîstanê dikarin li qadên gullebaranê yên guncav xwe qeyd bikin û perwerdeya şer bibînin. Ev jî weke tê xwestin, yên ku bixwazin wê werin. Yanî cil û berg, hejmara saetan, ji bo tevlêbûnê çi lazim e bê diyarkirin.” Paşînyan got – “Di qonaxa destpêkê de em dikarin biçin ser mantiqa rêzgirtinê, lê di mijara jinan de maweya kampa perwerdeyê 7 an jî 15 rojan dibe. Ez qebûl dikim ku em niha nikarin vê yekê bikin, lê divê em gav bi gav vê pirsgirêkê çareser bikin. Helbet ji bo vê jî divê şert û merc bên afirandin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button