All NewsTop

Ji rojava ti pêşdaînên konkrêtî  tineye, tenê hewlên ji bo alîkariya her du aliyan hene: Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê

Ji aliyê Rojava ve ji bo çareserkirina aloziya sînorê navbera Ermenistan û Azerbaycanê ti pêşniyarên taybet nînin, lê ji bo piştgirîkirina aliyan hewl tê dayîn. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan di brîfîngekê de bi rojnamevanan re, li ser pirsa ku ji Rojava çi pêşniyarên taybet tên, ev tişt got.

Alîkarê wezîr got, “Ji aliyê Rojava ve ti pêşniyarên konkrêt nînin, lê ji bo piştgiriya her du aliyan hewl tê dayîn.”

Hovhannîsyan  gotîe – Alîkarê wezîr der barê pêşnûmeyên ku ji aliyê Bakûyê ve ji bo peymana aştiyê hatine pêşkêşkirin, bi bîr xist ku di pêşnûmeyên ku hatine pêşkêşkirin de ji aliyê ermenî ve ji aliyê bingehîn ve xalên ku nayên qebûlkirin tune. “Ew pêşniyar ne temam in, ji ber vê yekê aliyê Ermenî pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Niha xebat didomin. Pêvajo ji aliyê her du aliyan ve hatiye piştrastkirin ku bê şert û merc berdewam dike, mantiq diparêze.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button