
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dokûmêntek îmze kirîe ku di 20-21ê çirîa paşin 2022an de li Êrîvanê civîna Konseya Navdewletî ya Avrasyayê bê lidarxistin. Ev yek ji alîê Armenpress ve ji malpera e-gov.am re hatîe gotinê.
Beriya niha di rûniştina berfireh a Konseya Navdewletî ya Avrasyayê de ku li Çolpon-Ata ya Qirgizîstanê hatibû lidarxistin, şêwir hatibû kirinê ku civîna bê ya Konseya Navdewletî ya Avrasyayê di çirîa paşin 2022’an de li Êrîvanê bê derbaskirinê.