PoliticsTop

Em ji hevkarên xwe yên Rûs di warê ewlehî û bidestxistina aştiyeke mayînde li herêmê hêvîya hevkariyeke bi bandor û jidil dikin: Alen Sîmonya

“Heyet di bin serokatiya Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê Alen Sîmonyan de ji bo sê rojan bi serdaneke fermî li Federasyona Rûsyayê ye. Di çarçoveya serdanê de, 11ê Çiriya Peşîn de, parlamenterên Ermenîstanê bi nûnerên Fraksyona “Rûsyaya Yekbûyî” ya Dûmaya Dewletê re hevdîtinek pêk anîn:” Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê agahdar dike.

“Em niha di demên pir aloz de dijîn, ku bandorek rasterast li ser welat û gelan dike.Em ji hevkarên xwe yên Rûs di warê ewlehî û bidestxistina aştiyeke mayînde li herêmê hêvîya hevkariyeke bi bandor û jidil dikin:” destpêka hevdîtinê de got Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê.

Hevdîtin di atmosfereke dostane de derbas bû. Hevkarên Rûsî bal kişandin ser serkeftina serketî ya projeyên hevbeş. Rewşa li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê hat gotûbêjkirin. Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê da zanîn ku rojek pêş hêzên çekdar ên Azerbaycanê careke din li ser sînor gulebaran kirin. Aliyê Ermenîstanê rewşa ku di encama êrişa Azerbaycanê de li bajarê Jermûkê çêbûye û ziyanên ku li jêrxaneyan ketine ji hevkarên Rûsî re ragihandiye.

“Em wek partiya desthilatdar amade ne, ku li ser mijarên ku we anîne ziman bi şêwazên curbecur gotûbêj û şêwiran bikin:” Serokê fraksiyonê Vladîmîr Vasîlev diyar kir.

Mijarên têkildarî çalakiya jiyanê ya Ermenîyên li Rûsyayê dijîn hatin nîqaşkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button