PoliticsTop

Balyozê Ermenîstanê encamên êrişa Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê li UNESCOyê pêşkêş kir

Azerbaycan ditirse ku pisporên UNESCO bibin şahidê wêrankirina mîrateya çandî ya Ermenîstanê, ji ber vê sedemê karê mîsyona teknîkî ya serbixwe asteng dike. Nûnerê Daîmî yê Ermenîstanê Khrîstîan Ter-Stepanyan duh di rûniştina giştî ya Lijneya Rêvebir a UNESCOyê de daxuyanî da.

Wezareta Karên Derve radigihîne, ku balyoz hêvî dike, ku rêvebirê giştî ji bo şandina şandekê bo Qerebaxê û navçeyên cîran berdewam bike.

Nûnerê hertimî yê Komara Ermenîstanê her wiha li ser rewşa, ku di 13ê îlonê de ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve li ser xaka serweriya Ermenîstanê pêk hat, axivî.

Khrîstîan Ter-Stepanyan her wiha bala amadebûyan kişand ser binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan û yasayên mirovî yên navneteweyî, ku şahidiya bilindbûna nefreta Ermenîyan di civaka Azerbaycanê de dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button