PoliticsTop

Xeverdana telefonî ya navbera Paşînyan û Blînken de, tekezî li ser pêwîstiya vekişandina hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji axa Ermenîstanê hate kirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken re bi telefonê xeverda.

Serokwezîr hewildanên aliyên Amerîkî yên ji bo jinavbirina encamên êrişa hêzên çekdar ên Azerbaycanê li ser axa Ermenîstanê ya di 13-14ê Îlonê de bilind nirxand û gavên domdar di wî warî de girîng nirxand. Aliyan tekezî li ser pêwîstiya derketina hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji xaka serweriya Komara Ermenîstanê û domandina bê şert û merc a agirbestê kirin.

Gotûbêjan hatin kirin li ser encamên civîna çaralî ya Serokwezîrê Ermenîstanê, Serokkomarê Fransa, Serokê Konseya Ewropayê û Serokkomarê Azerbaycanê ku di 6’ê Cotmehê de li Pragê hate derbaskirin.

Li ser girîngiya pêşxistina peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de li ser bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Alma-Ata ya sala 1991’an hate nirxandin. Her wiha bal kişandin ser pêkanîna xebatên xêzkirina sînor û misogerkirina xebatên mîsyona sivîl a Yekîtiya Ewropayê ya li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê.

Li ser ewlekarî û parastina mafên Ermeniyên Qerebaxê, çêkirina mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bo gotûbêjan di navbera Stepanakert û Bakûyê de, û vegerandina girtiyên şer ên Ermenî yên li ji Azerbaycanê, hatin amajekirin.

Serokwezîr derbarê hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê re jî nêrînên xwe parve kir.

Anthonî Blînken dilxwaziya Amerîka ji bo beşdariya pêvajoya danûstandinan, aştî û aramiya li Başûrê Kafkasyaye di demeke nêzîk de nîşan da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button