PoliticsTop

Nîkol Paşînyan û nûnerên Civîna Ermenîyan ya Amerîkayê li ser kêşeyên li pêşberî Ermenîstanê axivîn

Serokwezîr Nîkol Paşînyan hevserokên Lijneya Parêzgeran a Civîna Ermenîyan ya Amerîkayê Van Grîgoryan û Anthonî Barsamyan, Rêveberê Meclisê Brayan Ardunî qebûl kir.

Weke ku ji Armenpressê re ji aliyê hikûmeta Komara Ermenîstanê ve hat ragihandin, Serokwezîr çalakî û bernameyên Civîna Ermenîyan ya Amerîkayê ya ji bo berjewendiya Komara Ermenîstanê û gelê Ermenî bilind nirxand. Nîkol Paşînyan tekezî li ser berdewamiya diyaloga navbera hikûmeta Komara Ermenîstanê û rêxistinên ermenî yên dîasporayê û hevgirtina li dora rojeva Pan-Ermenî kir.

Civînê de mijarên girêdayî rewşa herêmê, kêşeyên li pêşberî Ermenîstanê, têkiliyên welat û dîaspora, pirsgirêkên neteweyî hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button