PoliticsTop

Êrîvan pêşniyar kir, ku di forma parlementa Ermenîstan-Rûsya-Azerbaycanê de mijarên ewlekariya herêmê gotûbêj bikin: Berteka Moskowê erênî ye

Serokê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Vyaçeslav Volodîn li Moskovayê di hevdîtina bi Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alen Sîmonyan re piştgirî da pêşnûmeya hevkarê xwe, ya ji bo gotûbêjkirina mijarên ewlekariya herêmê di çarçoveya parlementê de bi beşdariya Rûsya, Ermenîstan û Azerbeycanê. Weke ku “Armenpress” dide zanîn, malpera Dumaya Dewletê li ser vê yekê peyamek belav kir.

Tê gotin ku Vyaçeslav Volodîn behsa rewşa zimanê rûsî li Ermenîstanê jî kiriye. Wî bal kişand ser pirsa vekirina dibistanên bi zimanê rûsî li Ermenîstanê.

“Vyaçeslav Volodîn heyeta Ermenîstanê re pêşniyar kir ku di serdana Moskovayê de rojeva xebatê berfireh bikin. Parlamenterên Meclisa Neteweyî wê bi serokên hemû fraksiyonên Dûmaya Dewletê û komîteyên profîlê re bicivin, da ku mijarên xebata pêştir formule bikin. Encamên van hevdîtinan divê ji bo danûstandina navparlemanî di navbera Dûmaya Dewletê û Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê de pêşniyarên berbiçav bin:” di peyamê de hatiye diyarkirin.

Vyaçeslav Volodîn û Alen Sîmonyan li hev kirin, ku di 11ê Çiriya Peşînê de careke din bicivin û encamên xebatên heyeta Meclîsa Neteweyî ya Rûsyayê de, binirxînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button