
Sekreterê Fraksiyona “Peymana Sivîl” a Meclisa Neteweyî Arthur Hovhannîsyan bal kişand ser têkiliyên Ermenî-Rûsyayê û destnîşan kir, ku Ermenîstan û Federasyona Rûsyayê welatên hevpeyman in û têkiliyên xwe didomînin.
Civînên Meclisa Neteweyî de Hovhannîsyan diyar kir: “Belê, hin pirsgirêk hene, me ew pirsgirêk tomar kirine û em bi hevkarên xwe re dixebitin, em hîn jî li benda pêngav û kiryarên zelal ên têkildarî vegerandina yekparçeyiya axa Komara me û destpêkirina mekanîzmayên peymanê ne.”