All NewsTop

Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kirine

Îro pênşemî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi boneya hatina Cejna Cuma pîrozbahî li Êzidiyên Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim

Kazimî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de wiha got: “Bi helkefta Cejna Cejna Cemayê pîrozbahî li birayên me yên Êzidî yên li Iraq û cîhanê dikim.”
“Em ji her kesî re cejin û şahiyan dixwazin aştî û aramiyê di xwazin,” .

Wî tekez kir ku “em piştgiriya xwe ji maf û daxwazên Îraqiyan re ji gelê xwe yê birûmet ê êzidî di nûavakirina deverên wan û dermankirina birînên paşerojê de nû dikin.”


Îro Pêncşemê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir.

 Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî 

Helbûsî di twîteke xwe ya li ser platforma Twitterê de wiha got: Wek gelê me yê ezîz gelê me yê Êzidî Cejna Cimayê pîroz dikin, em bi kêfxweşî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî wan dikin.

Got jî: Em daxwaz ji Xwedayê mezin dikin ku her sal vê cejnê bi aramî û pêkvejiyan pêk bîne û giyanê pêkve jiyanê û hezkirinê di nav hemû gelê me yê Iraqê de pêş bixe.


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê ragihand, herêm dê li ser hewlên xwe yên ji bo rizgarkirina revandiyên êzîdiyan berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî di peyama pîrozbayî ya Nêçîrvan Barzanî de bi helkefta hatina Cejna Cema ya Êzidiyan wisa dide dyarkirin.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî got, bi helkefta hatina Cejna Cemayê ya gelek pîroz, pîrozbahiyê li birayên êzîdî dikim û hêvîdarim ev cejn li we pîroz be.

Wî her wiha got, “Di dema ku ev cejn vedigere, dilê me bi malbatên ku hîna xizmên wan winda ne,” di heman demê de tekez kir ku dê hewlên rizgarkirina hemû Êzidiyên revandî berdewam bin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button