
Dak’ötanê Adrbêcanêye sîlih’bûyî û gîhandina derba li t’opraxa Ermenîstanêye bi ort’emiletî naskirî t’er’ibandinê qanûnne’ma T’MY-ne. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda K’êt’rîn Kolona wezîra þöxölê Avropayê û dereke Sênata Fransîaêda e’lamkirîye.
Bi gilîyê wên- Fransîayê milê xwe k’ötaye milê cime’ta ermenîya. “T’arîxê me wê demêda hevva girêdayîne, çaxê welatê me pey qir’a cime’ta ermenîaye sala 1915-ar’a macir qebûlkirin. Em t’ifaqdarîyê t’ev cime’ta ermenîya didine k’ivþê û emê bidûmînin wê yekê bikin h’etanî bigihîjne safîkirina miqabilîhevbûnêye hevr’axeverdankirî, e’dilî”,- ewê gotîye.
Ewê daye k’ivþê, wekî Fransîa seva aza berdana hêsîr, hêsîrê ermenîye e’skerîyê cefê divîne.
“Ez dikarim e’lamî wekim, wekî ij wana 17 döh hindava Adrbêcanêda aza hatne berdanê”, Kolonayê binxetkirîye- bi serdazêdekirina, wekî Fransîa t’ev Yektîya Avropayê pêvajoya cotxeverdana navbera herdö welatada wergirtîye, k’îjan pêþda diçe.
“Makronê sedir sivê t’ev cêrge hevalk’arê xwe ewê wê pêþda bive, çimkî e’dlayê û heqê ort’emiletîyêr’a amine”,- wezîrê daye k’ivþê.