EconomicsTop

Mîrzoyan bal kişand ser nepejirandina gefên li dijî Santrala nukleerî ya Ermenîstanê

Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan roja 4’ê Çirîa pêşinê bi Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Marîano Grosî re, ku ji bo serdaneke xebatê li Ermenîstanê ye, hevdîtin kir. Ev ji aliyê Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê ve hat ragihandin.

Wezîr Mîrzoyan destnîşan kir, ku Ermenîstan wek welatekî ku santrala nukleerî dixebitîne, geşepêdana hevkariya bi bandor a ku bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re ji bo bikaranîna aştiyane, û bi ewle ya enerjiya nukleerî hatiye avakirin, dinirxîne. Aliyê ermenî rola bernameya hevkariya teknîkî ya Ajansê û mîsyonên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê yên ku ji bo xebata bi ewle ya demdirêj a santrala nukleerî xwedî girîngiyeke bingehîn in, bilind nirxand. Di vê çarçovê de, wezîr Mîrzoyan tekezî li ser nepejirandina tehdîdên li dijî santrala nukleerî ya Ermenîstanê, her wiha spekulasyonên nehewce yên têkildarî xebata santralê.

Rafael Marîano Grosî diyar kir ku Ermenistan şirîkê pêbawer ê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomêye.

Aliyan bi kêfxweşî diyar kirin ku di rojeva berfireh a Ermenîstan-Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de hem ewlekariya nukleerî û enerjiyê, hem jîngeh, tenduristî, rewşa awarte û qadên din hene. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê bal kişand ser bernameyên ku bi piştgirîya aborî û pîşeyî ya Ajansê di wan warên de têne meşandin.

Di hevdîtinê de çend mijarên girêdayî ewlekariya herêmê jî hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button