EconomicsPoliticsTop

Ermenîstan giringiyê dide hevkariya hikûmeta Komara Ermenîstanê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan duh pêşwaziya Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Marîano Grosî kir.

Serokwezîr serdana Serokê Giştî yê IAEA ya Ermenîstanê pêşwazî kir û diyar kir, ku Ermenîstan hevkariya di navbera hikûmeta Komara Ermenîstanê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de, ku di warê dabînkirina ewlekariya enerjî û atomî ya Ermenîstanê û pêşxistina şiyanan de girîng e, girîng dibîne. Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku ev mijar di nav xebatên stratejî yên hikûmeta Komara Ermenîstanê de ne.

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê herwiha bal kişand ser girîngiya hevkariyên dualî di warê ewlehiya navokî de, li ser projeyên niha û yên pêşerojê û amadebûna xwe ji bo berdewamkirina alîkariya hikûmeta Komara Ermenîstanê di wî warî de nîşan da.

Hevdîtinê de behsa xebatên ji bo zêdekirina asta ewlekariya santrala nukleerî ya Ermenîstanê hate kirin, li ser îmkanên kûrkirina hevkariyên di navbera Ermenîstan û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de nêrîn hatin guherandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button