PoliticsTop

Serdana Pêlosî hêviyê dide, ku Ermenîstan têkoşîna xwe de ne tenê ye: Armên Grîgoryan “Washington Post” re

Serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nansî Pêlosî hêviyê dide, ku Ermenîstan têkoşîna xwe de ne tenê ye. Armenpress radigihîne, ku Armên Grîgoryan, sekreterê konseya ewlekarî ya Komara Ermenîstanê, ev yek di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Amerîkî “Washington Post”re got, û armancên seredana xwe ya heftîya borî bo Amerîka pêşkêşî qunciknivîsê navdar Davîd Îgnatîus kir.

“Ez li vir im ji bo nîqaşkirina ka, em çawa dikarin têkiliyên Amerîka û Ermenîstanê xurt bikin. Qadên hevkariyê yên muhtemel ewlekarî, enerjî, dîplomasî û têkiliyên aborî ne. Prensîba “demokrasî demokrasiyê xurt dike” wê bibe bingeha têkiliyan:” got Armên Grîgoryan.

Nivîskarê gotarê Davîd Îgnatîus jî zêde dike ku serdana Nansî Pêlosî ya Êrîvanê, yekser piştî êrîşa Azerbaycanê ya li ser Ermenîstanê, 17ê Îlonê de, bû sedemek ji bo başbûna têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Êrîvanê .

Li gorî Davîd Îgnatîus , gelo berfirehkirina têkiliyên ermenî-amerîkî wê li ser hevkariya leşkerî jî berfireh bibe an na, ne diyar e. Bi her awayî, nivîskar bi bîr dixe ku Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Suren Papîkyan di meha Îlonê de serdana Pentagonê kiribû.

“Hêzên çekdar ên Ermenîstanê, ku di şerê dawî yê bi Azerbaycanê re şikestinek giran xwar, hewcedarî perwerdehiya şer û çekan e. Lê heya niha ti nîşanên xuya yên piştgirîya leşkerî ji Dewletên Yekbûyî tune ne,” qunciknivîs dinivîse.

Li gorî Îgnatîus, ji ber ku Rûsya ji ber kûrbûna wê ya di “qoza Ukraynayê” de, ji bo çareserkirina nakokiyên demdirêj ên di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de, her ku diçe şiyanên xwe yên leşkerî û dîplomatîk winda dike .Rêvebiriya Serokê Dewletên Yekbûyî Jo Baîden hewl dide, ku wî warî de, bi navbeynkariya aktîf valahiyê tije bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button