PoliticsTop

Armên Grîgoryan behsa firotina çekan a Rûsyayê bo Azerbaycanê kir

Piştî pevçûnên kujer ên bi Azerbaycanê re, Ermenîstanê ji hevalbendê xwe Rûsya bêtir piştgirî ji Dewletên Yekbûyî “dît”. Li gora nûçeya “Armenpress”ê, kanala nûçeyan a Amerîkî “Fox News” piştî bûyerên vê dawiyê rewşa derdora Ermenistanê bi vî awayî şirove kir û hevpeyvîna xwe bi sekreterê konseya ewlekariya Ermenistanê Armên Grîgoryan re pêşkêş kir, ku di dema seredana xebatê ya Grîgoryan bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hate kirin.

Li gorî nûçeya Fox Newsê, rayedarên Ermenîstanê “bi fikar” in, ku Rûsiya berdewamî çekan dide dijminê Ermenîstanê ,Azerbaycanê re.

Sekreterê konseya ewlekariya Ermenistanê Armên Grîgoryan ji Fox News re got ku şandina çekan a Rûsyayê ji Azerbaycanê re “tiştek nû nîn e”, ew “dîrokek dirêj e”, ku Ermenistanê beriya Moskowê raber kiriye.

Hevpeyvînê de Sekreterê konseya ewlekariyê behsa êrişên leşkerî yên Azerbaycanê yên di 13-14ê Îlonê de kir, tekez kir ku divê civaka navdewletî gavan bavêje û bikaranîna hêzê ji aliyê Azerbaycanê ve şermezar bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button