PoliticsTop

Ermenîstan daxwaza nirxandineke zelal li ser sûcên şerê yên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê dike: Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê

Wezareta Karên Derva der barê sûcên şer ên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê da daxuyanî da.

“Hejmarek vîdyoyên ku bi berdewamî ji hêla bikarhênerên Azerbeycanê ve li ser torên civakî têne parve kirin, sûcên şer ên ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ve hatine kirin belge dikin: kuştinên bê dadwerî yên girtiyên Ermenî yên şer, îşkencekirina leşkerên Ermenî, di nav de jin, û heramkirina cenazeyan.

Komara Ermenîstanê daxwaza nirxandineke zelal li ser sûcên şerê yên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ve di vê demê de û berê hatine kirin, dike. Em ê bişopînin bilindkirina mijarê li platform û dadgehên navneteweyî yên pêwendîdar, sûcdarkirina sûcdar û organîzatorên sûcên navborî, Di vê çerçoveyê de lêpirsînek rast a navnetewî pêwîst e.

Di heman demê de, civaka navneteweyî neçar e ku zextê li ser Azerbaycanê zêde bike ji bo demildest vegerandina hemû girtiyên ermenî yên şer û sivîlên ku bi qaçaxî li Azerbaycanê girtî ne, ji bo eşkerekirina windakirinên bi zorê û aqûbeta windayan.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button