PoliticsTop

Der barê vîdyoya gulebarankirina girtiyên Ermenî de wê serî li dadgehên navneteweyî bidin

Ser vîdeoya gulebarana girtiyên ermenî yên ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve, li dijî Bakûyê wê serî li Dadgehên Edaletê yên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî bidin. Li gorî rapora “Armenpress”ê, li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê, Hasmîk Samvêlyan, berdevkê çapemenî yê nûnerê Komara Ermenistanê di Karûbarên hiqûqî yên navneteweyî de, li ser vê yekê agahî da.

“Li ser bang û peyamên gelek nûnerên çapemeniyê.

Ofîsa Nûnertiya Karûbarên hiqûqî yên navneteweyî bi vîdeoya ku îro ser kanalên Telegram ê belav bûye û tê de gulebarana girtiyên Ermenî tê dîtin, mijûl dibe. Ev sûcê şer de facto ye.

Em niha bi rêxistinên têkildar re dixebitin. Serê sibê em ê bi berhevkirina rastiyan û malzemeyên bi delîlên zelal ve serlêdanên nû yên li dijî Azerbeycanê pêşkêşî Dîwanên Edaletê yên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî bikin:” nivîsî Hasmîk Samvêlyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button