EconomicsTop

Endeksa çalakiya aborî ya Ermenîstanê di 8 mehan de 13,9% zêde bû

Endeksa çalakiya aborî ya Ermenîstanê di meha Çile-Tebaxa 2022yan de, li gor heman heyama par 13,9 % zêde bû. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek li gorî daneyên, ku ji alyê Komîteya Îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê hatiye weşandin.

Hêjeya hilberîna pîşesaziyê meha Çile-Tebaxê ya îsal da li gor heman heyama par 9,2 % zêde bû.

Qebareya înşaetê 8 mehên ewil ên sala 2022yan da li gor heman dema par 14,2% zêde bû.

Meha Çile-Tebaxa 2022’an de li gorî heman heyama sala 2021’an rêjeya bazirganiyê13,6% zêde bû.

Ermenîstanê qebareya xizmetên ku 8 mehên ewil ên îsal da li gor heman heyama par 27,1% zêde bû.

Çile-Tebaxa 2022an de endeksa bihaye serfkaran li gor Çile-Tebaxa 2021an 8,4%, endeksa buhaye ya berhemen pişesaziye 5,1% zede bu.

Qebareya hilberîna elektrîkê meha Çile-Tebaxê de li gor heman dema par 16,6% zêde bû.

8 mehên îsal de qebareya bazirganiya derve li gorî heman dema par 56,2% zêde bû.

Navbera Çile-Tebaxê de li hember dolarê Amerîkî rêjeya dram bû 453,27.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button