PoliticsTop

Wezîrê Karên Derve rewşa ku di encama êrişa alyê Azerbaycanê ve çêbûye ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş kir

Li Nyuw Yorkê, roja 23ê Îlonê, Wezîrê karên Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Sekretera Giştî ya Karûbarên Siyasî û Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî Rosemarî Dî Carlo re hevdîtinek pêk anî.

Wezareta Karên Derve Ararat Mîrzoyan rewşa, ku di encama êrîşa mezin a Azerbaycanê li ser xaka serweriya Ermenîstanê de pêk aniye, pêşkêş kir. Wezîr Mîrzoyan gelek binpêkirinên hiqûqa însanî ya navneteweyî û sûcên cengê yên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ve hatine kirin, wek ku nayê qebûlkirin,  nirxand.

Ararat Mîrzoyan tekezî li ser şermezarkirina rasterast û eşkere ya êrişkar ji aliyê civaka navdewletî ve kir. Wî her wiha da zanîn ku bersivên bênav derfetek ji bo êrişên nû yên Azerbaycanê peyda dikin. Ji wê hêlê ve, aliyên ermenî tekezî li ser nirxandinên armanckirî yên di civîna bilez a Encûmena Asayişa Navdewletî de kirin.

Li ser mekanîzmayên muhtemel ên ji bo zêdekirina tevlêbûna Neteweyên Yekbûyî ji bo avakirina îstiqrarê li Kafkasya Başûr, fikir hatin guheztin.

Ararat Mîrzoyan û Rosemarî Dî Carlo mijarên têkildarî rojeva hevkariya Ermenîstan û Neteweyên Yekbûyî, reformên demokratîk ên li Ermenîstanê tên kirin nirxandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button