EconomicsTop

“Rosenergoatom” plan dike ku li Ermenîstanê navendek hilberandina daneyan ava bike

“Rosenergoatom” (beşek ji beşa elektrîkê ya Rosatom) li Ermenîstanê li ser avakirina navendeke hilberandina daneyan danûstandinan dike. Li gorî “Armenpress”ê, cîgirê rêveberê giştî yê pargîdaniyê Sêrgêy Mîgalîn di foruma Hefteya Dîjîtal a Kazanê de ev tişt got.

“Niha em bi awayekî aktîf li ser cîh û konsepta gengaz nîqaş dikin, ku em çi u çwa dixwazin wekî beşek ji binesaziya IT ya Ermenîstanê ava bikin û bixebitin,” got Mîgalîn.

Wî her wiha got, ku kompaniya plan dike ku navendeke daneyê li nêzîkî bajarê Mersînê yê Tirkiyê, ku Rosatom li wir santrala nukleerî çêdike, ava bike. Wî destnîşan kir, ku ew bi herêmên din, bi taybetî Ozbekistan re jî, eleqedar in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button