
Wezareta Rêvebiriya Herêmî û Binesaziyê ya Ermenîstanê ji Sputnik Armenia re ragihand, ku peymana 9ê Çiriya peşina 2020an de nehatiye gotin ser rêyek zelal a ji Azerbaycanê berbi Naxîçevanê.
“Pêvajoya rakirina blokên çûnûhatinê û girêdanên aborî yên li herêmê nehatine rawestandin. Çêkirina rêya hesinî li ser xaka Ermenîstanê hîn dest pê nekiriye. Lê belê , derbarê rêya Azerbaycanê-Naxîçewanê de em ji we re radigihînin, ku di xala 9’emîn a Peymana 9ê Çiriya peşina 2020’an de ti rêyek zelal nayê destnîşankirin.
Ew li ser vekirina girêdanên veguhestinê û aborî, û her weha ewlekariya girêdanên veguhestinê yên di navbera rojavayê Azerbaycan-Naxîcewanê de ji hêla Ermenistanê ve ye.Ev mijar hê jî tê nîqaşkirin:”ragihandina Sputnik Armenia de tê gotin.
Wezaretê diyar kir, ku ji bo rûniştina bê , ya komîsyonê der barê rakirina blokên ragihandinê de, ti lihevkirin tune ye.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de destnîşan kir ku Bakû bi her awayî hewl dide ku Erîvanê di mijara vekirina peywendiyan de bi helwesteke wêranker tawanbar bike. Rastî ev e ku Ermenîstan amade ye di çarçoveya qanûnên xwe yên neteweyî de rêyên xwe ji Azerbaycanê re veke.
Lê li gor Paşînyan Baku rêyeke nû dixwaze. Ev yek ji bo Ermenîstanê jî tê qebûlkirin, lê di daxuyaniya sala 2020’an de tê gotin ku bi lihevkirina aliyan rêya nû dikare bê çêkirin. Ermenîstan amade ye ku rêyek, ku wê li gorî qanûnên neteweyî yên Ermenîstanê û di bin kontrola serweriyê de bixebite, ava bike.