PoliticsTop

Nîkol Paşînyan di hevdîtina bi Şarl Mîşel re tekezî li ser pêwîstîya nirxandinên armanckirî yên êrîşên Azerbaycanê kir: vîdeo

Navenda Çapemeniyê ya Hikûmetê ragihand ku Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Nyuw Yorkê bi Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşel re hevdîtinek pêk anî.

“Serokwezîr behsa êrişên mezin ên Azerbaycanê li dijî axa Komara Ermenîstanê kir, ku di encamê de herêmên serwer ên Ermenistanê hatin dagirkirin. Serokê hikûmetê tekezî li ser pêwîstiya nirxandinên zelal û armanckirî yên civaka navdewletî û di serî de Yekîtiya Ewropayê, derbarê êrişên Azerbaycanê û vekişîna bilez a yekîneyên Azerbaycanê ji axa serweriya Komara Ermenistanê kir. Serokê hikûmetê her wiha amaje bi binpêkirina qanûnên navdewletî yên mirovî ji aliyê Azerbaycanê û armanckirina xelkê sivîl û binesaziyê kir.

Şarl Mîşel dilgiraniya xwe ya di derbarê domandina rageşiya li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê de anî ziman û bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên herêmî bi riya danûstandinên aştiyane.Serokê Konseya Ewropayê amadebûna xwe ya ji bo pêşxistina diyalog û aştiyê dupat kir:” peyamê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button