EconomicsTop

Fly Arna balafira duyemîn a Airbus 320 danî xebatê, ku wê seferên Moskova û Soçî jî xizmetê bike

Firokeya hewayî ya neteweyî ya Ermenîstanê Fly Arna, balafira duyemîn a Airbus 320 jî zêde kir.

Berdevka Fly Arna Gayanê Antonyan wiha got: “Me navnîşa fîlim, bername û bernameyên din ên kêfê yên ku di dema firînê de peyda dibin bi karûbarê “streaming SkyTime” nû kir.

Herwiha ji 23ê Îlona îsal ve, Fly Arna li ser rêya Êrîvan – Soçî – Êrîvanê dest bi firînan kir. Firîn wê bi frekansa her hefte, 3 rojên Çarşem, În û Led bên kirin.

Ji Balafirgeha Navneteweyî ya “Zvartnots” ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya “Domodedovo”yê ve her hefte seferên li ser rêya Êrîvan-Moskow-Êrîvan 14 firîn tên kirin.

Xerîdar dikarin bilêtên balafirê bi rêya malpera fermî ya Fly Arna (www.flyarna.com), navenda telefonê (+374 41 38 00 83) an ajansên rêwîtiyê biqirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button