PoliticsTop

Li Ermenîstanê Nênsî Pêlosî êrîşên neqanûnî yên Azerbeycanê şermezar kir: raporta DW

Li ser serdana Nênsî Pêlosî, Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê bo Êrîvanê, rojnameya Almanî DW dide zanîn ku wê êrîşên neqanûnî yên Azerbaycanê yên li ser sînorê Ermenîstanê şermezar dike.

Medya dinivîse ku Pêlosî karbidestê payebilind ê Amerîkî ye, ku piştî serxwebûna ji Yekîtîya Sovyetê di sala 1991ê de serdana Ermenîstanê kiriye.

Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê destnîşan kir, ku serdana wê piştî “Êrîşên neqanûnî û kujer ên Azerbaycanê li ser axa Ermenîstanê” girîng e û “êrîşa li ser serweriya Ermenîstanê” şermezar kir. Wî destnîşan kir ku girîng e ku kronolojiya pevçûnê were sekinandin.

Pelosî got, “Ev ji aliyê Azeriyan ve hatiye destpêkirin û divê were naskirin.”

Rojname dinivîse, ku li gorî lêkolîneran, Azerbaycanê firsend dît ku Rûsya bi Ukraynayê re mijûl bû û êrîşî Ermenîstanê kir. Daxuyaniya Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê Alen Sîmonyan jî tê gotin, ku Ermenîstan ji RPEK gelekî nerazî ye û hêviyên wê ne rast derqetin.

Tê gotin, ku Serokê Parlamenta Ermenîstanê Alen Sîmonyan spasiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ji bo daxwaza agirbestê, ku piştî hewldanên Moskovayê yên berê yên ji bo agirbestê bi ser neketin.

“Em spasdarê Dewletên Yekbûyî ne, ji bo aagirbestê, ku bi navbeynkariya wan pêk hat,” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button