
Bin serokatiya cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan û Alîkarê serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Alêksey Overçuk de, 9’emîna foruma nav-herêmî ya Ermenî-Rûsî, bi sernavê “Hevkariya Ermenî-Rûsya: dijwarî û derfetên nû” di 19ê îlonê de , Êrîvanê hat derbaskirin.
Di konferansê de cîgirên serokwezîrên her du welatan axaftinek kirin.
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der bare derbaskirin a konferanse peyam şandin.
“Hevkariya navherêmî ya di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de rolek girîng di pêşvebirina hevkariyên stratejîk ên hevalbendiyê yên di navbera welatên me de dilîze û dibe alîkar ku potansiyela hevkariyên dualî berfirehtir bibe:” di axaftina xwe de got Serokwezîr Nîkol Paşînyan.
“Bi kevneşopî, hevkariya navherêmî beşek bingehîn a têkiliyên Ermenî-Rûsî ye. Deverên Federasyona Rûsyayê û herêmên Ermenîstanê di warên aborî, civakî, zanistî, însanî û yên din de bi awayekî aktîf hevkariyê dikin, proje û însiyatîfên hevpar ên mezin serkeftî pêk tînin:” peyama Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de hate gotin.

Dawiya konferansê de, Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Herêmî û Binesaziyê Vaçe Têrtêryan û Cîgirê Wezîrê Pêşxistina Aborî ya Federasyona Rûsyayê Dmîtrî Volvaç plana çalakiyê ji bo pêkanîna bernameya hevkariya navherêmî ya di navbera Hikûmeta Komara Ermenîstanê û Hikûmeta Federasyona Rûsyayê ya 2022-2027 de îmze kirin.