SocietyTop

Encama êrîşa artêşa Azerbaycanê de li Ermenîstanê mafê perwerdeyê yê 25 hezar xwendekaran hat binpêkirin

Encama êrîşa leşkerî, ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve hat destpêkirin de, mafên perwerdehiyê yên 25 hezar xwendekarên li herêmên Gêgarkûnîk, Vayots Dzor û Syunîk ên Ermenîstanê hatin binpêkirin.

Cîgira Wezîrê Perwerde, Zanist, Çand, Werzîşê yê Komara Ermenîstanê Janna Andrêasyan da zanîn ku li hin deveran de rewşeke ewlekarî ya wisa heye ku zarok ji mafê perwerdehiyê, derfeta dabînkirina berdewamiya xwendinê bê par mane. Em hem behsa dibistanê û hem jî li ser saziyên pêşdibistanê dikin.

“Hefteya borî li van dibistanan betlane hebû. Ji îro pê ve wê dibistan ji nû ve dest bi xebata xwe bikin, “got Janna Andrêasyan.

Li wan dibistanên ku ji aliyê ewlehiyê ve derfet hebe, wê perwerde bi awayê heyî were organîzekirin. Li deverên din, pêvajo wê ji dûr ve were organîze kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button