PoliticsTop

Pêlosî êrîşên mirarî yen Azerbaycanê yên li ser Ermenîstanê bi tundî şermezar dike

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nênsî Pêlosî di civîneke çapemeniyê ya hevpar de, ligel Serokê Parlamenta Ermenîstanê Alen Sîmonyan got, Kongreya Amerîkayê bi tundî êrîşên neqanûnî û mirarî ên Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê şermezar dike.

Pelosî di axaftina xwe ya li Erîvanê de got, ku serdana wê “piştî êrîşên neqanûnî û mirarî yen Azerbaycanê li ser axa Ermenîstanê” girîngiyek taybetî ye.

“Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin, ev ji aliyê azeriyan ve hatiye destpêkirin, û divê were naskirin,” Pêlosî got.

“Amerîka ku yek ji hevserokên Koma Mînskê ye, eşkere kir ku pirsgirêk çareseriyeke leşkerî nabe. Em berdewam in ku ji nêzîk ve rewşê dişopînin û piştgirîya xwe ji bo çareserîya bi îstîqrar û muzakere ya hemû mijarên girêdayî kêşeya Qerebaxê dikin:” Pêlosî zêde kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button