PoliticsTop

Nênsî Pêlosî ji bo qurbaniyên Qirkirina Ermenîyan li Kompleksa Bîrdariya Tsitsernakaberdê rêz da

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nênsî Pêlosî , li Kompleksa Bîrdariya Tsitsernakaberdê ji bo qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan rêz da. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Pêlosî çeleng danî ber Kompleksa Bîrdariyê, gul danîn ber agirê herheyî.

Pelosî 17ê Îlonê de hate Ermenistanê. Li Ermenîstanê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alen Sîmonyan jî bi wê re ye. Li Tsitsernakaberdê endamên şandê jî hene: Serokê Komîteya Enerjî û Karûbarên Bazirganî ya Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Frank Pallon, endamên Meclîsa Nûneran Anna Êşu û Cêkî Spîr.

Nênsî Pêlosî li Muzeya Qirkirina Ermenîyan geriya û bi pêşangeha li ser sûcê herî mezin di destpêka sedsala 20-an de li dijî mirovahiyê hatiye kirin, nas kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button