PoliticsTop

Nîkol Paşînyan der barê êrişên Azerbaycanê yên li dijî axa Ermenistanê de hûrgilî pêşkêşî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken re bi telefonê xeverda. Serokwezîr derbarê êrîşa ku Azerbaycanê li dijî axa Ermenîstanê pêk tîne, hûrgilî pêşkêş kir.

Nîkol Paşînyan da zanîn, ku têkildarî çalakiyên ku didomin, biryar hat dayîn, ku ji bo pêkanîna bendên Peymana dostanî, hevkarî û alîkariya hevbeş, di derbarê êrîşa li ser xaka serwerî a Komara Ermenîstanê de, bi fermî serî li Federasyona Rûsyayê bidin.Her wiha biryar hat dayîn, ku bi awayekî fermî li Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv (RPEK) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî serlêdan bê kirin.

Di vê çarçoveyê de Serokwezîr Paşînyan diyar kir ku ew hêvî dikin ku civaka navneteweyî bersiveke guncaw bide.

Anthonî Blînken dilgiraniya kûr a aliyê Amerîkî ji rewşa ku hatiye afirandin nîşan da û da zanîn ku aloziya zêdetir a rewşê nayê qebûlkirin.

Wî amadebûna Amerîka ji bo aramkirina rewşê nîşan da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button