EconomicsTop

Di rapora “Azadiya Aborî ya Cîhanê 2022” de Ermenîstan di rêza 11emîn de ye

Li gorî daneyên “Azadiya Aborî ya Cîhanê: Rapora Sala 2022’an” Ermenîstan di rêza 11’an de ye.

Di sala 2016an de Ermenîstan di rêza 40emîn de, di sala 2017an de di rêza 39an de, di sala 2018an de di rêza 19an de, di sala 2019an de jî di rêza 17an de bû.

Di raporê de 165 welat cih digirin. Rêjeya Ermenîstanê ji 10’an 7,84 bû.

Sê herî pêşîn Hong Kong, Sîngapûr û Swîsre ne.

Welatên din ên herêmê bi vî awayî hatin rêzkirin: Azerbaycan – 119, Gurcistan – 15, Tirkiye – 112, Îran – 159, Rûsya – 94.

Indeks asta ku polîtîka û saziyên aborî yên welatan piştgirî didin azadiya aborî çap dike.

Kevirên bingehîn ên azadiya aborî bijartina kesane, danûstendina dilxwazî, azadiya ketina bazaran û pêşbaziyê, ewlehiya kes û milkê taybet in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button