PoliticsTop

Azerbeycanê ji bo provokasyonê dest bi pêvajoya amadekariyê kiriye: Marukyan

Balyozê Wezîfeya Taybet Komara Ermenîstanê Êdmon Marukyan der barê provokasyoneke nû de , ya ku ji aliyê Azerbeycanê ve tê amadekirin, axivî. Wî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî: “Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê di hefteya dawî de hema bêje her roj daxuyaniyên derew belav dike, mîna ku hêzên Ermenîstanê ber bi aliyên cuda yên xeta pêwendiyê ve gulebaran kirine û gavan avêtine û piştre agir hatiye vemirandin.

Bi awayekî xwezayî, dezgehên berevaniyê yên girêdayî aliyê Ermenîstanê wan gotegotan red dikin û didin zanîn ku ti yekîneyeke leşkerî ya aliyê Ermenîstanê ber bi Azerbaycanê ve gule bernedaye.

Gelek kes dipirsin çima Azerbaycan vê dezenformasyonê belav dike. Em hemû dizanin ku dema Azerbaycan provakasyonek li ser sînor plan dike, beriya ku pêk bîne, bingeheke derewîn a meşrûkirina agahdarî ya vê provokasyonê organîze dike.

Hemû aktorên civaka navneteweyî yên ku bi pêvajoya aşitiyê ya Ermenistan-Azerbaycanê û çareserkirina kêşeya Qerebaxê re eleqedar in, divê pir bi baldarî û eşkere bişopînin ku careke din Azerbeycanê dest bi pêvajoya amadekariya provokasyonê kiriye. Di vê rewşê de, bersiveke navneteweyî ya armanckirî dikare pêşî li vê provokasyona nû bigire.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button