CultureTop

Li vir tişta herî xweş mirov in: Mêvanên STARMUS li ser Ermenistanê

Zanyar û mêvanên, ku di çarçoveya festîvala STARMUS VI de hatin Ermenîstanê, ji çand, dîrok û xwarinên xweş ên welêt bandor bûn.

Li gorî “Armenpress”ê, astronot Çarlî Dyuk, beşdarê mîsyona “Apollo-16” got ku ew ji bilî ya yekem beşdarî hemî STARMUS an bûye.

“Ez vê carê bi hevjîna xwe re li Ermenîstanê me, ji bo mi rûmeteke mezin e ku ez ji mêvanperweriya vî gelî kêfxweş dibim,ez şame, ku dikarim mîrasa dewlemend a dîrokî û çandî ya vî welatî bibînim:” wî got.

Pisporê zanist û teknolojiyê , lêkolîner Tonî Don ji nîqaşên ku di dema STARMUS de li Ermenîstanê têne kirin bandor e.

” Ger hûn bi zanyarek an bi beşdarek rasterast re têkilî daynin, her kes ji pirs, bersiv û nîqaşan re vekirî ye. Ez cara pêşê Ermenîstanê me û bi taybetî dixwazim bêjim, ku li vir herî xweş ew mirovên , li wir xwarinên herî xweş hene. Ez evîndarê Ermenîstanê bûm, ez hêvî dikim sala bê bikaribim serdana Ermenîstanê bikim:” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button