SocietyTop

Ermenîstanêda çapa pênsîaêye herenimiz 31 h’ezar 600  dram hate têr’adîtinê

H’ökömeta CE bi qirara angor çapa pênsîaêye herenimz bilindkir- bi têr’adîtina 31 h’ezar 600 dram.

          Narêk Mkrtçyanê wezîrê CE-yî xevatê û pirsê sosîalyîê r’ûniþtina h’ökömetêda pirsa negotardayînê û pirsa qebûlbûyî t’emsîlkir.

          Çawa Mkrtçyanê wezîr safîkir- bi qirara h’ökömeta CE-ye 24-ê meha îlonê, ij 1-ê meha îlonê pênsîya r’aste lap kêm bi 3 h’ezar drama bilindbûn, lê bi qirara e’melda, seva k’omeke k’arxweza bilindbûn bû ya diha nimiz- bi 1900 yan 2500 drama.

          Bi gotna wezîr- seva safîkirina pirsgirêkê hatîye qirarkirinê pênsîya herenimiz bilindkin- bi gîhandina 31 h’ezar 600 drama, saya çi t’emamîya pênsîonêra ij 1-ê meha îlonê 3 h’ezar dramê sozdayî wê bistînin.

          “Encama qebûlkirina t’ivdîrêda seva 16 h’ezar 600 pênsîonêra, 5 h’ezar 186 pênsîonêrê e’skerîyê û 75 h’ezar ardimîxweza ij 1-ê meha îlonê pênsîya û ardimî wê zêdevin”,- Mkrtçyan da k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button