PoliticsTop

Emê  t’opraxa Ermenîstanêva sivderê nedne t’ö kesî: P’aþînyan

Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- N. P’aþînyanê serekwezîrê CE derheqa vê yekêda wexta r’asthatina t’ev ÿla ermenîyê Vladîvostokê got- bi paþdaveger’andina ser pirsa hazirekî, k’a vekirina komûnîkasîyayê neh’îyê seva Ermenîstanê, cöda gotî, merza Syûnîk’ê dikare bi qezîyave.

“Vekirina r’ê seva Ermenîstanê û merza Syûnîk’ê t’ö qezîyayê nae’frîne, bere’k’s ewê k’efîlê bêqezîabûnê û meh’kemîyêye zêde bîne, tiþtekî dine,  wekî nav gilî-gotnê adrbêcanî carna fikir dîhardivin, k’îjan qezîyayê berç’e’v e’yandikin. Mesele, derheqa sivderêda xeverdidin. Ez dixwezim ze’f safîve, wekî emê t’opraxa Ermenîstanêva sivderê nedne t’ö kesî. Lê emê r’ê bidnê, emê vekin û em hazirin ewê her demekê bikin.  Me isa ji pêþdanîn t’ehwîlkirine, k’îjan demê Adrbêcan wan pêþdanîna qebûlke, idî ser h’îmê wan pêþdanîna dikarin t’emesûka konkrêt qolkin û ze’f lez wê p’evk’etinê bivne sêrî. Û didime bawerkirinê, wekîm ew t’ö qezîyayê nae’frîne”,- serekwezîrê CE da k’ivþê.

Bi gilîyê wî- Adrbêcan dixweze, wekî komûnîkasîayê neh’îyê isa vevin, wekî Ermenîstan bidûmîne h’esarêda bimîne. “Ew qezîyaye, çapxê r’ê veve, mecala ê din heve ij komûnîkasîya k’arêk’evin, lê mecala Ermenîstanê t’ineve. Delîva vekirina komûnîkasîyayê neh’îêda fikira me çîye? Ermenîstan t’opraxa Adrbêcanêva pr’evgirêdana xeta h’esinî  û avtomobîlîyê t’ev Ûr’isêtê  distîne”,- P’aþînyan got.

Serekwezîr da k’ivþê, wekî t’emamîya malhebûna Ermenîstanê r’iya Larsa Jorinva girêdayîye, lê îro ew r’ê diha bargiranbûîye, çimkî h’alê Ûkêraînaêva girêdayî p’areke barcîgöhastinê be’ra r’eþva mîaserbûy    î wê p’arêva mîaserdive.

Ewî serda zêdekir, wekî ze’f wê bixweze, wekî komûnîkasîyayê neh’îyê vevin, çi, bi gotna serekwezîr, neîht’îmal nîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button