EconomicsTop

Hinardekirina berhemên hazir ji Ermenîstanê ber Rûsyayê ve pir zêde dibe: nirxandina aborîzan

Hinardekirina berhemên hazir ji Ermenîstanê bo hevkarê wê yê sereke yê bazirganî û aborî, Federasyona Rûsyayê, pir zêde dibe, nîvê pêşîn ê salê de, mezinbûn ji sedî 50 bû, ji bilî vê, çarçoweya van berheman berfireh bûye. Doktorê zanistên aborî, profesor Aşot Tavadyan axaftina xwe “Armenpress”ê re ev tişt got.

Li gorî aborînas, yek ji girîngtirîn nîşaneyên geşepêdana welat, hinartina berhemên hazir û îmkana hebûna çavkaniyên enerjiyê yên erzan e. Ew potansiyela herî mezin peywendiyên Ermenî-Rûsyayê de ji bo çareserkirina wan herdu pirsgirêkan dibîne.

“Dema ku nirxê gazê li bazara navneteweyî ji hezar metrekupî 2 hezar dolar derbas bibe, em bi 165 dolarî gazê dikirin. Bê guman, ji hêla pêşbaziyê ve pir girîng e, “got Tavadyan.

Derbarê hinardekirinê de jî îxracat ji Ermenistanê di 6 mehan de ji sedî 36,3 zêde bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button