CultureTop

“Frêdî wisa bû”: Mêy li ser axaftinên bi efsaneya Queen ê re li ser zanistê, planên serdana Ermenîstanê piştî erdhejê û konsera vê bê, axivî

Gîtarîstê efsanewî yê koma Queen Brayn Mêy li benda konsera ku wê 7’ê Îlonê de li Kompleksa Konserê û Sporê ya sêr navê Karen Demirchyan, Êrîvanê de vê bê derbaskirin, di dema ku wê bi koroya zarokan a Tavûşê re derkeve ser dikê.

Çarçoveya festîvala STARMUS VI de beşdarî bernameya konserê ya bi navê “Cîhanek din” bibin stranbêjê îngilîz Graham Goldman, muzîkjen Derek Şêrînyan û endamên koma “Sons of Apollo”, Sêrj Tankyan, Orkestraya Senfonî ya Şanoya Akademîk a Neteweyî ya Opera û Baletê.

“Ev konser wê bibe demek baş ji bo ceribandinên muzîkê. Vê konserê de, her yek ji me wê ji “herêma rehetiyê” derkeve, ev yek baş e, ji ber ku di dema konserê de em ê karibin tiştên ku em nikarin cîhek din bidin ceribandinê bikin.” civîneke çapemeniyê de got Mêy.

Wî behs kir ku ji bo wî şanaziyek mezin bû ku xelata Stîvên Hawkîng li ser sehneya STARMUS VI stand.

“Ji bo min avantajeke mezin e ku xelateke wiha bi du jinên hêja re bistînim, ku bi rastî nêrîna cîhanê ya mirovahiyê guhartine,” wî got.

Gîtarîstê efsanewî, stêrfîzîknas Mêy 5ê Îlonê de, rojbûna solîstê Queen Fredî Merkurî de, xelat hat dayîn.

“Fredî her tiştî re eleqedar bû. Ew heyrana wê yekê bû, ku ez astronom bûm, û wî her gav ji min dipirsî: “Brayan, eger tu ne li vir bi min re bûya, ma tuyê bibûya astronot?” Wê demê ez neçar bûm ku dev ji astronomiyê berdim û giraniya xwe bidim muzîka xwe. Lê ez bi serketî bûm ku ez vegerim astronomiyê û doktoraya xwe bikim, “got Brayn Mêy û destnîşan kir, ku ji bo wî feydeyek rast e, ku hem zanist û hem jî muzîkê bişopîne, tevî gelek pêşbîniyan, ku ew ê her du qadan de ser nekeve.

Brayn Mêy got, ku ew ji ber ku li Ermenîstanê ye, pir kêfxweş e û da zanîn ku ew dixwazin zêdetir wext derbas bikin û welatê me nas bikin. Muzîkjen bal kişand ku ew bi taybetî di erdheja sala 1988’an de li ser Ermenîstanê bi fikar bû. Wî bi xemgînî anî ziman ku ew di wan salan de bi komek muzîkjenên navdar re nikarîbû serdana Ermenistanê bike, lê niha ji ber wê derfetê kêfxweş e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button