CultureTop

Êrîvan de wê mazûvaniya lûtkeya ku ji bo 70 amîna Salvegera Komeleya Festîvalên Ewropayê bê derbaskirin

Navbera 12-15’ê Îlonê de, Êrîvan de wê mazûvaniya lûtkeya ku ji bo 70 amîna Salvegera Komeleya Festîvalên Ewropayê bê derbaskirin. Organîzatorê lûtkeya jûbileyê festîvala muzîkê ya navneteweyî ya “Perspektîfên Êrîvanê” ye.

Destpêka fermî wê 12’ê Îlonê de Salona Konserê ya Aram Xaçatryan, bi konsera kemançêrê navdar Sergêy Xaçatryan û Orkestraya Senfonî ya Dewletê ya Ermenîstanê were dayîn.

Tê payîn ku di 4 rojên lûtkeyê de civîna bi navê “Ready, steady, join us: 70 Years-On ” bê derbaskirin, ku wê ji bo du destpêşxeriyên herî girîng ên Komeleya Festîvalên Ewropî were veqetandin: rojeva Salvegera Heftê û destpêkirina destpêşxeriya “Ewropa ji bo Festîvalan, Festîvalên ji bo Ewropayê”.

Լûtkeyê de ji 45 welatan 120 rêvebirên festîvalê, şaredar û aliyên peywendîdar dê beşdar bibin û dê fikr û pêşniyarên xwe parve bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button